Gefên Tirkan li ser Rojavayê Kurdistanê didomin!

10 mijdar 2018 05:10
Gefên Tirkan li ser Rojavayê Kurdistanê didomin!

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îdîa kir ku ewê li başûrê welatê xwe yan jî li bakurê Iraqê û Sûriyeyê bi tu awayî destûrê nedin ku "korîdora terorê ava bibe".

Akar di çarçoveya serdana xwe ya li Mogadîşuya paytextê Somaliyê de Fermandariya Hêzên Wezîfeyê ya Tirkiyeyê ya Somaliyê ziyaret kir.

Akar li vir axivî û der barê Rojhilatê Firatê de destnîşan kir xebat û pêwendiyên wan dewam dikin.

Gefên Tirkan li ser Rojavayê Kurdistanê ev demek e ku dîsa geş bûne rojev û di serê sala 2018an de jî bi vî awayî Efrîn dagir kiribûn.