Temelli gefên li dijî Basur û Rojavayê Kurdistanê nirxand
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HPartiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî got: “Heke bi rastî ku hûn aştiyê dixwazin, ne korîdora aştiyê li rêya aştiya bi kurdan re bigerin. Tevî hemû êşan jî kurd ji aştiyê re amade ne.”
'BI ÊRÎŞKIRINA BAŞÛR Û ROJAVA DIXWAZIN HER DEVERÊ LI KURDAN BIKIN DOJEH’
Hevserokê HDPê Sezai Temelli ji MAyê re axivîye û diyar kiriye ku operasyona li dijî qadên Herêma Kurdistanê û gefên li dijî bajarên Rojava jî nirxand û got:
“Tirkiye bi mantiqê rejîma otorîter û şer tê birêvebirin. Tirkiye nikare bi vî mantiqî dijminahiya kurdan bike. Ev ji bo Tirkiyeyê zavokek kor e. Ji bo vê yekê em bang li hemû siyasetê dikin, dest ji vê polîtîkaya şer berdin. Bi sewqiyata eskerî û operasyona derveyî welat çareserî pêk nayê. Ev ne mimkin e. Heke hûn di rastiyê de dixwazin aştiyê bînin û bixin meriyetê, ne korîdora aştiyê bi kurdan re li hev werin û li rêya aştiya li gel kurdan bigerin.”
“Gefek ji aliyê Rojava ji bo Tirkiyeyê nîne. Berevajî vê yekê heke bi rastî bi kurdan re li hev werin, tenê ne ji bo Rojava, dê ji bo Sûriyeyê jî deriyê çareseriyê veke û çareserî were hilberandin. Dixwazin bi operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê û gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê mudaxeleyî têkiliya biratiya kurdan bikin û bi vê yekê jî dixwazin her deverê li serê kurdan bikin dojeh.”
'YEKÎTIYA KURDAN JI HER TIŞTÎ GIRÎNGTIR E’
Temellî bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û got: “Banga me ya Yekîtiya Neteweya Demokratîk beriya her tiştî her çiqas li erdnîgariyên cuda bin jî lê yekîtiyek hestewar û yekîtiyek neteweyî heye. Kurd li kîjan parçeyî dibin bila bibin, pêwîste ku kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Heke mesele aştî be, kes pevçûnek navbera kurdan qet û qet qebûl nake. Her kes dibêje ku şer di navbera kurdan de dernekeve. Ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn gelê kurd kirdeya herî girîng e. Ji bo ev pêk were jî divê hewldan bên kirin. Ji bo vê yekê jî tevgerkirinek bi yekîtî ji her tiştî girîngtire.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin