Rojava | 5 wefat û 236 pêketiyên nû hatin tomarkirin

19 îlon 2021 13:58
Rojava | 5 wefat û 236 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 5 kesên din ji ber koronayê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 kesan ji ber koronayê can daye û 236 kesên din jî pê ketine..

Dr. Mistefa eşkere kir ku 12 kes jî baş bûne

Lii Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê yên hatine tomarkirin gihîştiye 24756 kesan, ji wan 2058 kes baş bûne û 840 kes jî mirine.