Li Rojavayê Kurdistanê 21 wefat û 126 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin
08 mijdar 2021 20:33
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilatdariya Rêveberiya Xweser de, hejmara mirinên ji ber vîrusa koronayê gihîşt asteke bilind ku rojane bi ser 20 kesan dimirin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 21 kesên din can dane û 126 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha hat eşkere kirin ku 3 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê li gorî daxuyaniyên fermî hejmara pêketiyan gihîşt 36576 kesan, ji wan 2478 kes baş bûne û 1453 kes jî mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan ji ber koronayê wefat kir
13 sbt 2022
Koçber
Îro li Herêma Kurdistanê 3 wefat û 1.046 pêketiyên Kovid-19 ê hene
15 rbn 2022
Jiyan
Li Tirkiyê û Kurdistanê 39.681 pêketiyên koronayê çêbûn
30 brf 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin