Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan ji ber koronayê wefat kir
13 sibat 2022 21:58
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 5 kesan ji ber vîrusa koronayê can da û 71 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kir, di nav 24 saetên borî de bi giştî 71 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û diyar kir, li Qamişlo û Dêrikê hejmara herî zêde ya pêketiyan hatiye tomarkirin.
Herwiha hat ragihand 5 kesan ji ber koronayê can daye ku 4 mêr û jinek e û kesek jî ji nexweşiyê baş bûye.
Li gorî Desteya Tenduristiyê hejmara pêketiyan bi giştîş gihîşt 38 hezar û 103 kesan, ji wan 2 hezar û 533 baş bûne û hezar û 537 kes jî mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan ji koronayê can da
29 brf 2021
Jiyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 459 kesan ji koronayê can da
15 mjd 2020
Jiyan
Li Iraq û Kurdistanê di rojekê de 90 kesan ji koronayê can da
06 îln 2020
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin