Rêveberiya Xweser: Ji 5ê meha borî ve proseya wergirtina pembo ji cotkaran destpê kir
PeyamaKurd – Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Leyla Saroxan di derbarê komkirina pembo li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de diyar kir, ji 5ê meha borî ve proseya wergirtina pembo ji cotkaran destpê kiriye.
Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Leyla Saroxan eşkere kir, rojane 800 ton pembo ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê tê wergirtin û pereyên cotkaran didin wan.
Herwiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kirîna pembo di mewsima heyî de bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ji bo her kîloyekî diyar kiriye ku di mewsima borî de kirîna pembo bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin