100 dadwerên Rêveberiya Xweser diçin Şamê
Çavkaniyeke hiqûqî ya nêzîkî Rêveberiya Xweser, ragihand ku di nava vê hefteyê de nêzîkî 100 dadwerên ku di saziyên dadwerî yên Rêveberiya Xweser de dixebitin, ber bi paytext Şamê ve diçin. Ev pêngav wekî beşek ji hewildanên ji bo yekkirin û daxistina saziyên dadwerî di bin sîwana dewleta Sûriyeyê de tê nirxandin.
RûpelNews - Li gorî zanyariyan, ev dadwer dê bi Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê û Encûmena Bilind a Dadweriyê re hevdîtinên taybet bikin. Armanc ew e ku ji nav van 100 kesan, 40 dadwer bi awayekî fermî werin erêkirin. Li gorî plana hikûmeta Sûriyeyê, 20 dadwer dê rasterast li dadgehên parêzgeha Hesekê dest bi kar bikin, 20 dadwerên din jî dê li "Peymangeha Bilind a Dadweriyê" ya li Şamê perwerdeya xwe ya hiqûqî û dadwerî temam bikin berî ku bi awayekî fermî werin erkdarkirin.
Koordînasyona asta bilind
Ev pêngav piştî hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û dadwerên "Encûmena Dadweriyê" ya Rêveberiya Xweser a hefteya borî pêk hat. Di wê hevdîtinê de, mijara tevlîkirina saziyên dadwerî di bin strukturên Wezareta Dadê ya Sûriyeyê de û garantiyên îdarî û yasayî hatibûn nîqaşkirin.
Rewşa Hesekê û daxwaza zimanê kurdî
Di heman demê de, li bajarê Hesekê nîqaşên germ li ser tabela "Qesra Dadê" hene. Di van rojên dawî de xwenîşanderan daxwaz kiribû ku li gel zimanê erebî, zimanê kurdî jî li ser tabelayên saziyên hikûmî bê nivîsandin. Ev daxwaz wekî daxwaza naskirina nasnameya çandî û zimanî di saziyên fermî de tê dîtin.
Rêveberiya Xweser di salên borî de li herêmên bin kontrola xwe sîstemeke dadwerî ya serbixwe ava kiribû ku ji dadgeh, dozgerî û parêzeran pêk dihat. Ev hewildana niha wekî guhertineke stratejîk ber bi dawîkirina sîstema "du-dadwerî" û vegera bin sîwana navendî ya Wezareta Dadê ya Sûriyeyê tê hesibandin.
