Ji ber bihabûn û xirabûna rewsa aborî li dijî Rêveberiya Xweser xwepêsandan hat kirin
PeyamaKurd - Li bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî giranbûna nirxên sotemenî û nan û ji ber rewşa xirab a aborî xwepêşandanek hat lidarxistin.
Hat zanîn ku îro Pêncşemê ji danê sibê ve hejmarek welatiyên li nava bajarokê Amûdê derketin ser riya sereke ya bajêr û nerazîbûna xwe li dijî giranbûna nirxên sotemenî û nan û rewşa xirab a aborî nîşan dan.
Xwepêşandaran li ser pankartan nivîsên wekî; 'Welatê petrolê birçî ye', 'Giranbûna nirxê keresteyan dibe sedema hejarî, nezanî, madeyên hişbir û tawanan', 'Girabûna tiştan, sedema koçberkirina bi zorê ye' hilgirtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî derbarê zêdekirina nirxê sotemenî û nan, ferzkirina bacan û girtina siyasetmedar û çalakvanan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, doh 22yê Îlonê biryara destpêkirina çalakiyan dabû.
ENKSê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Tiştên ku niha ji aliyê desthilatdariya PYDê ve tên kirin û astengkirina debara welatiyan, bi wê armancê ye ku careke din gelê me koçber bibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin