Di roja yekem a dorpêçên aborî de rewsa borse û rûbleyê rûsî çawa bû?
PeyamaKurd – Piştî ku Amerîka, Brîtanya, Kanada, Awustralya û hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi yekhelwestî dorpêçên aborî û derxistina ji sîstema Swift a bankeyan bo Rûsyayê ragihandin, di roja yekem a hefteyê de aboriya Rûsyayê kete rewşeke xeter. Banka Navendî ya Rûsyayê ji bo pêşî li ketina nirxê Rûble bigire faîza 9%î derxist 20%î.
Welatiyên rûsî ji bo pereyên xwe bikişînin li ber bankomatan dikevin dorê û protestoyên li dijî şerê ku li hember Ûkraynayê hatiye destpêkirin jî di roja 5an de li bajarên Rûsyayê berdewam dikin.
Îro 28ê Sibatê roja Duşemê bi vebûna bazaran re borseya Rûsî venebû û vekirina borseyê ji ber nediyariya rewşê hat paşxistin.
Herwiha Rûbleyê rûsî jî li hember dolarê Amerîkayê bi rêjeya sedî 30 nirxê xwe winda kir û niha 1 dolar gihîştiye 119 rûbleyê ku hê jî ew ketina nirxê rûble dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, welatên Rojavayî, her du bankeyên mezin yên Rûsî Sberbank û VTB Bank xistin nav lîsteya dorpêçan û Amerîka, Kanada û Ewropayê çend bankeyên Rûsî ji sîstema SWIFT derxistin ku bi qasî nîvê hebûnên Rûsyayê jî hatine cemidandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin