Asayisa Rêveberiya Xweser amarên meha Sibatê belav kir

10 adar 2021 13:37
Asayisa Rêveberiya Xweser amarên meha Sibatê belav kir

PeyamaKurd – Amarên meha borî, ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hat belavkirin û hat diyarkirin ku li bajarê Rimêlanê di meha Sibatê de, 10 endamên wan can dane.

Asayişê destnîşan kir, di meha Sibatê de 10 endamên wan can dane, 24 teqînên cur bi cur li navçeyên wan çêbûne û di encamê de 14 kesên sivîl can dane û 15 jî birîndar bûne.

Asayişê di daxuyaniyê de da zanîn, di heman mehê de 3 hezar û 55 kes hatin girtin û 2 hezar 384 kes jî hatin berdan.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “10 endamên hêzên me şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn, herwiha hêzên me 12 mayinên çandî pûçkirin û li navçeyên me 24 teqîn çêbûn ku di encamê de 14 kesên sivîl şehîd bûn û 15 birîndar bûn. Hêzên me bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo tunekirina şaneyên razayî yên terorîst avêtin ser 14 cihan. Tawanên kuştina bi enqest jî, 18 tawan bûn, herwiha 11 hewlên kuştinê jî hatine qeydkirin. Hejmara kesên girtî di meha Sibatê de gihişt 3 hezar û 55 kesan, 2 hezar 384 kes jî hatin berdan.”