Rêveberiya Rojava 2 jin û 3 zarokên DAISê radestî Sûdanê kir

09 adar 2023 23:50
Rêveberiya Rojava 2 jin û 3 zarokên DAISê radestî Sûdanê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke welatê Sûdanê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û ji rêveberiya xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞê wergirtine.

Malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku îro 9ê Adarê şandeke Sûdanê bi serokatiya berpirsê balyozxaneya Sûdanê ya li Şamê Tariq Ebdullah Elî Mihemed û şêwirmendê dîplomasiyê yê balyozxaneyê Celaledîn Mihemed Ebdullah Yaqûb û karmendê balyozxaneyê Diyaedîn Rişdî Mihemed Hesen, serdana navenda daîreyê ya li Qamişloyê kir.

Hat diyarkirin ku cîgirên hevserokatiya daîreyê Robêl Beho û Fener Kiêt, endamên desteya rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî û endamê nivîsgeha YPJê Lana Hisên şanda pêşwazîya Sûdanê kirine û piştî civînê jî 2 jin û 3 zarokên ji malbatên DAIŞê radestî şandê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê Tariq Ebdullah Mihemed kêfxweşiya xwe ji bo ku li Qamişloyê ye anîye ziman û spasiya Rêveberiya Xweser kir.