Rêveberiya Xweser 55 kesên malbatên DAISê radestî sanda Fransayê kir
PeyamaKurd – Şandeke Wezareta Derve ya Fransayê di serdana xwe ya bo Rojavayê Kurdistanê de, 55 kesên malbatên DAIŞê yên welatiyên fransî ji Rêveberiya Xweser wergirt.
Hat ragihandin ku şandeke Wezareta Derve ya Frensayê bi seroktiya balyoz û berpirsê Navenda Rêveberiya Krîzan û Piştgiriyê Stephane Romate serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fenar El Giêt û endamên desteya rêveberiyê Robêl Biho û Xalid Îbrahîm civiya.
Piştî civînê, protokolên radestkirina hejmarek malbatên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin hatin îmze kirin û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 40 zarok û 15 jinên ji malbatên DAIŞê radestî şanda Fransayê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin