Rêveberiya Rojava 148 jin û zarokên DAISê teslîmî welatê wan kirin

30 gulan 2019 19:49
Rêveberiya Rojava 148 jin û zarokên DAISê teslîmî welatê wan kirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) di civîneke çapemeniyê de 148 jin û zarokên DAIŞê yên ji Ozbekistanê bûn, radestî hikumeta Ozbekistanê kirin.

Rêveberiya Rojava bi amadebûna Berdevkê TEV-DEMê Kemal Akif, Konsulê Giştî yê Ozbekistanê li Imarata Erebî Elî Şêr Solomov, şandeyek ji YPG û Desteya Jinê a Herêma Cizîrê doh 148 jin û zarokên DAIŞê yên ji Ozbekistanê, radestî hikumeta Ozbekistanê kirin.

Di civînê de aliyên Rêveberiya Xweser radestkirina 148 DAIŞiyên li kampa Holê diman ragihand û diyar kir, ev kes di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de xwe radestî HSDê kirin.

Berdevkê TEV-DEMê Kemal Akif ragihand ku li ser daxwazeke fermî ji aliyê hikûmeta Ozbekistanê, wan 88 zarok û 66 jinên Ozbekî radestî welatê wan kirine.

Ew jin û zarokên DAIŞê ji aliyê Konsulê Giştî yê Ozbekistanê li Imarata Erebî Elî Şêx Solomov hatin wergirtin û Di dawiya kongreyê de herdu aliyan belgeya radestkirinê îmze kirin.