Rojava | 100 jin û zarokên DAISê bo Kazaxistanê hatin radest kirin

10 gulan 2019 17:23
Rojava | 100 jin û zarokên DAISê bo Kazaxistanê hatin radest kirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê 100 jin û zarokên DAIŞê radestî welatê Kazaxistanê kir

Berdevkê Pêwendiyên Derve di Rêveberiya Xweser de Kemal Akif ragihand ku rêveberîya xweser 70 zarok û 30 jinên malbatên çekdarên DAIŞê yên bi regeznameya Kazaxistanê  radestî Kazaxistanê kir.

Akif da zanîn ku piştî  danûstandina di navbera herdu aliyan de ew kes hatine radestkirin û got, ew ji bo radestkirina DAIŞiyan bi gelek welatên biyanî re pêwendiyên xwe didomînin.

Berî niha jî Rêveberîya Xweser hejmarek zarok û jnên DAIŞê yên bi regeznameyên bîyanî radestî welatên wan kiribûn.