Rêveberiya Rojava jinek û 5 zarokên malbatên DAISê radestî Brîtanyayê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, jinek û 5 zarokên malbatên DAIŞê ku li kampan dimînin, radestî şandeke fermî ya Brîtanyayê kir.
Mli ser malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser îro 12ê Kanûnê hate ragihandin, şandeke hikûmeta Brîtanyayê rojên pêncşem û şemiyê serdana wan kiriye ku şande ji konsulê giştî yê Brîtanyayê yê Hêwlerê Catherine Shaw, sekreterê yekem ê karûbarên siyasî li nivîsgeha Qraltiya Yekbûyî ya karûbarên Sûriyeyê Andy Scott û sekreterê duyem ê karûbarên siyasî li Qraltiyê Nicola Moss pêk dihat.
Robel Beho êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê ku binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzarî dike armanc gotiye, êrîş rewşa mirovî xirab dikin û xelkê herêmê ber bi koçberiyê ve dehf didin.
Beho bang li civaka navdewletî jî kir ku derbarê dosyaya DAIŞiyên girtî û malbatên wan de erkên xwe bi cih bînin.
Hate diyarkirin ku piştî hevdîtinê jinek û 5 zarokên malbatên çekdarên DAIŞê yên brîtanî, radestî şandê hatin kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin