Rêveberiya Ewlehiya Kîlîsê 22 koçberên Sûrî desteser kir

12 tebax 2022 16:03
Rêveberiya Ewlehiya Kîlîsê 22 koçberên Sûrî desteser kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Ewlehiya parêzgeha Kîlîs a Bakurê Kurdistanê, 22 koçberên Sûrî desteser kir û 2 kes jî bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.

Parêzgariya Kîlîsê bi daxuyaniyekê diyar kir, tîmên girêdayî Rêveberiya Ewlehiyê ya bajêr li taxa Nedim Okmen operasyonek li dar xistin û di encamê de 22 koçberên Sûrî desteser kirin û ji bo Rêveberiya Îdareya Koçê hatine şandin.

Li gor hat ragihandin di heman operasyonê de 2 kes jî bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin û ji bo girtina 3 kesên din jî operasyon berdewam e.