Li Lubnanê 11 koçberên Sûrî li ber ava çem çûn
28 berfanbar 2025 12:14
Hate ragihandin ku 11 welatiyên Sûriyê di çemê El Kebîr ê li bakurê Lubnanê de li ber avê çûn.
Nivîskar:
Salih Turan
EuronuNews- Hate zanîn zarok jî di nav de 11 welatiyên Sûriyê dema dixwestin çemê El Kebîr li ser sînorê Sûriyeyê û Lubanê derbas bikin û vegerin Sûriyeyê, li bar avê çûn.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Parastina Sivîl mêrek û 2 jin xilas kirin, 8 kesên din jî hîna winda ne.
Li gorî agahiyan, kesên winda kalemêrek, 2 jin û 5 zarok in. Lêgerîna ji bo kesên li ber avê çûne dewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de ava çemê El Kebîr zêde bûye, hin welatî jî bi qaçaxî çem derbas dikin û ev jî jiyana wan dixe xetereyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Koçberên kampa Newrozê rûbirûyî sermayê û hilweşîna konan e
01 rbn 2026
Koçber
Hindistanê 33 ton alavên tibî disîne Lubnanê
18 cot 2024
Cîhan
Heleb | 925 koçberên Sûrî yên Lubnanê li taxên Kurdan hatin bicihkirin
04 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin