Kiliçdaroglu: Em ê di nav du salan de koçberên Sûrî vegerînin welatê wan
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, îro 19ê Cotmehê di serdana bajarê Osmaniye de civîneke rojnmavanî saz kir û tê de, mijara 3,7 milyon koçberên ji Sûriyê hatine nirxand.
Serokê CHPê got: “Herî dereng di nava 2 salan de em ê hemû birayên xwe yên Sûrî vegerînin welatê wan. Di nava 2 salan de. Ji vê yekê jî aciz dibin û dibêjin tê çawa bişînî? Em dê bişînin hevalno. Emê bêyî ku nijadperestiyê bikin wan bişînin. Em dê rûmeta Tirkiyê biparêzin û bi wî awayî bişînin.”
Kiliçdaroglu diyar kir, “Eger pêdivî bike Neteweyên Yekbûyî jî dê bikeve navberê û ti ziyanek nagihe neynûka ti kesekê ku ji vê derê diçe.”
Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 655 hezar û 489 koçberên Sûrî hene. Ji wan 211 hezar û 908 kesan hemwelatiya Tirkiyê wergirtine ku 120 hezar û 133 kes ji wan jî di ser temenê 18 salî re ne û dikarin di hilbijartinên bê yên Tirkiyê de deng bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin