Serê Durzî û rêveberiya nû ya Sûrî dest pê kir: Ji Netanyahû daxuyanî
02 adar 2025 11:57
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Sûriyê di navbera hêzên hikûmeta demkî ya bi pêşengiya HTŞê û Durziyan de şer û pevçûnan dest pê kiriye.
Herwiha li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, komên çekdarên Durzî ku çend roj berê yekbûna xwe ragihandibûn jî ji Siwêdayê bo alîkariya derbasî devera Jaramanayê bûne.
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî dubare piştevaniya xwe bo Durziyên Sûriyê ragihand û ferman da hêzên Îsraîlê xwe ji bo parastina herêma Durziyên Sûriyê amade bikin.
Netanyahû gotiye, “Em ê rê nedin ku rejîma îslamiya tundrew a li Sûriyê zirarê bide Durziyan. Ger zirarê bide Durziyan, em ê jî bidin wan.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rêveberiya Ewlehiya Kîlîsê 22 koçberên Sûrî desteser kir
12 tbx 2022
Cîhan
Serê li Qamislo ji nû ve dest pê kir: Milîsên rejîma Sûrî zarokek kustin
22 nsn 2021
Cîhan
Rêveberiya Xweser: Divê hemû Sûrî besdarî nivîsandina destûra nû bibin
23 îln 2019
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin