Reutersê sedema besdarnebûna Erdogan a Lûtkeya Glasgowê eskere kir

01 mijdar 2021 20:02
Reutersê sedema besdarnebûna Erdogan a Lûtkeya Glasgowê eskere kir

PeyamaKurd - Serokkmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî bidawîbûna civînên Lûtkeya G20 û hevdîtinên ligel serokên dewletan li Romayê, li şûna ku ji bo Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê ya Glasgowê biçe Scotlandê vegeriya Tirkiyê.

Serokatiya Komara Tirkiyê ti daxuyaniyek di vê derbarê de nedaye bê çima Recep Tayyip Erdogan beşdarî Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê nebûye, lê berpirsekî ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin, ji Ajansa Reutersê re daye xuyakirin ku pirsgirêka Serokkomarê Tirkiyê ya protokolê hebûye û ji ber wê beşdarî lûtkeya Glasgawê nebûye.

Hêjayî gotinê ye, Erdogan beriya beşdarî Lûtkeya G20an bibe ji ber nediyarbûna bernameya Serokê Amerîka Joe Biden bo hevdîtinê, gotibû îhtimal heye li Glasgowê ligel wî bicive, lê doh Yekşemê li Romayê ew hevdîtin pêk hat û Erdogan jî çûyîna xwe ya Lûtkeya Keşûhewayê ya Glasgowê betal kir.

Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê roja Yekşemê 31ê Cotmehê li Glasgowê destpê kir, di lûtkeyê de serkirdeyên cîhanê ji bo dema du hefteyan sedem û çareseriyên germbûna pileyên germê li ser zemînê gotûbêj dikin. Nûnerên zêdeyî 190 welatan beşdarî Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê bûne ku Neteweyên Yekbûyî organize kiriye û Brîtanya bi hevbeşiya ligel Îtalyayê lûtkeyê birêve dibe.