Sedema ku Biden, Erdogan dawetî Lûtkeya Demokrasiyê nekir eskere bû

06 mijdar 2021 00:09
Sedema ku Biden, Erdogan dawetî Lûtkeya Demokrasiyê nekir eskere bû

PeyamaKurd – Hat zanîn ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Lûtkeya Demokrasiyê ya meha bê li Washingtonê tê sazkirin nevexwendiye.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Joe Biden vexwendnameya beşdarbûna lûtkeya Demokrasiyê ya li Washingtonê tê lidarxistin, ji Erdogan re neşandiye.

Herwiha li gorî lîsteya hatiye belavkirin, ji bo Lûtkeya ku di navbera 9-10ê Kanûna 2021ê de tê lidarxistin ji bilî Tirkiyê welatên Çîn, Afganistan, Rûsya, Macaristan û Îran jî nehatine vexwendin.

POLITICOyê derbarê mijara nevexwendina Tirkiyê de, li gorî zanyariyên bi dest xistine daye xuyakirin ku ji ber sedema serokê Tirkiyeya endama NATOyê, bi salane sîstema demokrasiyê têk daye nehatiye vexwendin.