Leyla Zana sedema bêdengmana xwe eskere kir û daxwazek Erdogan kir!
PeyamaKurd – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, piştî 8 salan bi hevpeyvînekê bêdengiya xwe bidawî anî û sedema bêdengmana xwe jî eşkere kir.
Leyla Zana di hevpeyvîna Gazeta Duvarê ya ligel Vecdî Erbay de, dibêje sedema bingehîn a ku ew bêdeng maye mehcûbîyeta bo pêvajoya xendekan û bidawîbûna muxatabiya siyasî bo çareseriya pirsa Kurd e.
Zana dibêje: “Sala 2015an em rûbirûyî erdhejeke siyasî bûn. Bi taybet di pêvajoya Xendekan de, em hatin asta rawestana muxatabiya siyasî. Wê demê min dît ku bersiveke em bidin gel tune ye. Yek ji sedema bêdengmana min ev e. Ji ber mehcûbiyeta li hember gelê Kurd û gelên me, bêdeng mam. Di wê pêvajoyê de, bi sedan kesan can da.”
Di beşeke din a hevpeyvînê de Leyla Zana ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxwaz dike û dibêje: “Birêz Serokomar dibêje, min pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê. Êdî dema vê bidawî bibe, divê vî karî bi esasî bigrin dest. Bêyî wext winda bikin… Lê xuyaye ku hewldaneke wan a wiha tune ye. Êdî tehemula paşxistinê û taloqkirinê nemaye.”
Leyla Zana diyar dike ku êdî şert û mercên Rojhilata Navîn jî neçar dike dewleta Tirk û Kurd çareseriyekê bibînin û hêviya civakê jî ew e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin