Berdevkê YNKê sedema besdarnebûna dengdanê eskere kir: Têkiliyên bi Bexdayê re…

28 gulan 2019 19:10
Berdevkê YNKê sedema besdarnebûna dengdanê eskere kir: Têkiliyên bi Bexdayê re…

PeyamaKurd - Parlemantoya Kurdistanê di rûniştina taybet a îro de, Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart, lê parlamentarên YNKê ku êkeftina wan bi PDKê re heye beşdarî civînê nebûn.

Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer di civîneke rojnamevanî de li ser beşdarnebûna proseya dengdana seroktiyê diyar kir, ‘Li gor rêkeftina di navbera me de, bernameyeke me ya hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re hebû” û wiha axivî:

“Bernameyeke me ya hevbeş bi PDKê re ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû, lê naveroka rêkeftinê nehat bicihkirin.”

Seroka Firaksiyona YNKê di Parlemantoya Kurdistanê de Bêgerd Talebanî jî da zanîn ku ew li ser biryara xwe ne û da xuyakirin, “Beşdarînekirina me di civînê de, ne babeteke kesayetî ye, belkî bi sedema ku em negihîştibûn rêkeftina ku em dixwazin.”