Reuters: Tirkiyê fermana amadebasiyê daye komên çekdar
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Reutersê, fermandarekî Artêşa Niştimaniya Sûriyê ku ji komên çekdar ên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê pêk tê gotiye, Enqerê ji bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê fermana amadebaşiyê daye wan.
Fermandarê bi navê Abdul Salam Abdul Razaq ku ji Reutersê re axiviye daye zanîn ku Tirkiyê fermana amadebaşiyê bo êrîşkirinê bo wan hatiye dayîn û gotiye: "Wê amadekarî di nav yek du rojan de bidawî bibe. Bi hezaran şervanên ligel artêşa Tirkiyê cî bigirin hene.”
Çavkaniyeke ji nav komên çekdar jî daye xuyakirin ku wê armanca êrîşê dagirkirina Tel Rifat û Kobaniyê be û bi vî awayî jî girêdana Cerablus û Girêspî were pêkanîn.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nav çend rojên dawî de, daxuyaniyên operasyonê dide û dibêje, ew dixwazin di nav sînorên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de bi kûrahiya 30 kîlometran herêmeke ewle ava bikin daku penaberan li wan herêman bicih bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin