Rêveberê Asayîsa Cizîrê: Fermana teqînên Qamislo Tirkiyê daye

13 mijdar 2019 20:11
Rêveberê Asayîsa Cizîrê: Fermana teqînên Qamislo Tirkiyê daye

PeyamaKurd - Rêveberê Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Bedîh Huso ragihand ku hêzên wan kesê ku teqînên li Qamişloyê pêk anîne girtine û got, fermana teqînan dewleta tirk daye.

Bedîh Huso li ser teqînên 11ê Mijdarê yên li Qamişloyê diyar kir ku ew teqîn bi koordîneyî pêk hatine û wiha axivî: “Teqîna destpêkê li ser rêya El Wehdeyê bi seyareyeke bombebarkirî pêk hat. Ji ber bandora wê, wesayîteke din jî teqiya. Teqîna duyemîn jî li pêşiya El Şimû Cafe û Dêra Keldaniyan pêk hat. Ev teqîn jî bi motorsîklêteke bombebarkirî hate kirin. Li vir ziyanên madî çêbûn. Li vir tu bendên leşkerî nînin. Di teqîna yekemîn de 5 sivîl mirin û 26 kes jî birîndar bûn.”

Huso di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku hêzên wan di encama lêkolînan de gihiştin wê encamê ku teqîn ji aliyê kesekî li Tirkiyeyê ve hatiye koordînekirin û wiha got:

“Dîmenên cihê teqînê hatin temaşekirin û êrîşkar hate tespîtkirin. Bi şev saet derdora 12.00an de jî kesê bi navê Ahmet Casim Mûstafa di encama operasyonê de hate girtin. Di telefona wî de xuya bû ku fermana van êrîşan ji kesekî li Tirkiyeyê stendiye. Ji bo teqemenî, seyare û motorsîklêtan jî vî kesî ji Tirkiyeyê pere wergirtiye.”

Huso  da xuyakirin ku li gorî lêkolînên wan kesên wan teqînan dikin girêdayî artêşa tirk û îstîxbarata wê ne û got, “Banga me li gel heye ku dema tiştekî biguman dibînin, hêzên me agahdar bikin.”

Rêveberiya Xweser: Kiryarên teqînên li Qamişloyê hatin girtin