Netanyahu fermana êrîşa li ser Lubnanê da

01 hezîran 2026 11:37

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu fermana êrîşa li herêma Dahiye ya li başûrê Beyrutê da û ragihand armanca êrîşê têkbirina hêzên Hîzbullahê ye.

Netanyahu fermana êrîşa li ser Lubnanê da

RûpelNews - Rakeşî û aloziya d navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê her diçe zêdetgir dibe. Hikûmeta Îsraîlê, li dijî herêmên başûrê Beyrutê biryara operasyona leşkerî ragihand.

Li gor nûçeya Reutersê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu roja duşemê (îro) ferman daye artêşê ku êrîş li herêma Dahiye ya ku wek kelha Hîzbullahê tê zanîn li başûrê Beyrûtê ye bê kirin.

Îsraîlê ragihand ji ber binpêkirina agirbestê û ji ber êrîşên Hîzbullahê fermana operasyonê hat dayîn.

Dahiye: Kelha Hîzbullahê

Herêma Dahiyeyê li başûrê Beyrûtê cîh digire û tê amajekirin Hîzbullah li vir ji hêla siyasî-leşkerî gelek bi hêz e. Îsraîlê berê jî gelek caran li dijî vê herêmê êrîşên hewayî pêk anî bûn.

Biryara fermana operasyonê ya Netanyahu nîşana wek zehmetiya agirbesteke mayînde û berdewamiya şerê heyî tê nirxandin.