Çapemeniya Îsraîlê: Netanyahu berpirsyariya teqînên telsîzan li Lubnanê girt ser xwe
PeyamaKurd – Hat îddîakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku êrîşa telsîzan ku endamên Hîzbullahê yên li Lubnanê bi kar tînin, tevî muxalefeta li Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê bi însiyatîfa wî hatiye kirin.
Di nûçeya Kanal 12 ya televîzyona Îsraîlê de hat îdiakirin ku di civîna heftane ya kabîneyê de Netanyahu "berpirsiyariya êrîşa" ya ku di 17-18ê îlonê de li Lubnanê telsîzên hat teqandin, girt ser xwe.
Li gorî nûçeyê, Netanyahu bi awayekî eşkere Wezîrê Berevaniyê yê ji kar dûrxistin Yoav Gallant sûcdar kir û got, "Operasyona (teqandina telsîzan) li Libnanê û kuştina Nesrullah tevî dijberiya berpirsên payebilind di servîsên ewlekarîyê û dezgeha siyasî ya berpirsê wan de pêk hat."
Netanyahu di peyama vîdyoyê ya ku piştî civîna kabînê de belav kir de got ku di çend rojên dawî de bi Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re 3 hevdîtinên girîng kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu got, “Em bi hemû pêkhateyên xwe ve li ser gefên Îranê û metirsiya ku çêdike hemfikir in."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin