Çapemeniya Îsraîlê: Netanyahu, ji tirsan besdarî konferansê nabe
PeyamaKurd- Ji aliyê çapemeniya Îsraîlê ve hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji tirsa "protêstoyê" dê beşdarî konferansa ku Federasyona Cihûyan a Bakurê Amerîkayê (JFNA) li Tel Avîvê li dar dixe, nebe.
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, Netanyahu ku ji protestoyên xwepêşanderan ditirsiya, bi boneya Roja Serxwebûna Îsraîlê dest ji beşdarbûna konferansa ku di 23 û 26ê Nîsanê de hatibû lidarxistin, berda.
Rojnameyê ragihand ku opozîsyona ku li dijî "reforma dadwerî" ya nakok a hikûmetê bû, plan kir ku di konferansê de li dijî Netanyahu xwepêşandanek li dar bixin û nehêlin ku ew biaxive.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Netanyahu, ji ber bernameyekê, dê beşdarî konferansa JFNAyê nebe.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da jî hat gotin ku “Roja Bibîranînê, rojeke şexsî û neteweyî ye nasname di navbera xwe de têkiliyeke kûr ava dike. Roja Bibîranînê me neçar dike ku em di bin siya aloziyan de bibin yek. Divê em rêzê li miriyan bigirin û bûyera Roja Bibîranînê nekin hawîrdora nîqaşê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin