Netanyahu fermana êrîşa li ser Lubnanê da

25 nîsan 2026 22:06

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu, tevî agirbestê, fermana êrîşeke li ser hedefên Hızbullaha li Lubnanê da.

Netanyahu fermana êrîşa li ser Lubnanê da

RûpelNews - Di daxuyaniyekê ku ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê hat dayîn de hat gotin ku Netanyahu ferman daye artêşê ku êrîşên dijwar li ser "armancên Hizbullaha li Lubnanê" pêk bîne.
Artêşa Îsraîlê di 2yê Adarê de êrîşên hewayî yên dijwar birin ser Lubnanê û gelek herêmên li başûrê welêt xistin bin kontrola xwe.

Di heman demê de, hikûmeta Lubnanê ragihand ku hejmara kesên koçberbûyî ji mîlyonek û 162 hezarî derbas bûye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku agirbestiya demkî ya 10-rojî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de, ku di 17ê Nîsanê de ketibû meriyetê, ji bo sê hefteyên din hatibû dirêjkirin.