Reuters: "Vaye ciyên ku Tirkiyê bi balafiran li wan daye"

09 cotmeh 2019 01:15
Reuters: "Vaye ciyên ku Tirkiyê bi balafiran li wan daye"

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa Reutersê do bi şev balafirên Tirkiyê li hinek noqteyên navbera Iraq û Sûriyê dabûn û ev bûyer ji aliyê du rêvebirên Tirkiyê de hatiye piştrastkirin. Rêvebir ragihandine ku do bi şev li hinek deveran dane ku goya rêyên sewqiyata muhîmmatane bo YPG/PKK ê. Li gor nûçeya Reutersê vê bombebaranê bi sedema amadekariya oprerasyona bo ser Rojhilatê Firatê ye.

Rêvebirên ku nav nedane Reutersê yek ji wan weha ragihandiye:

“Armanceka me ya esasî ew e ku berya operasyon destpêbike, rêya îkmalê ya navbera Iraq û Sûriyê bibirin. Bi vî awayî derbasbûna YPG/PKKê bo Sûriyê û xettên ku tê de destekê distînin hatin girtin.”