Reuters: Tirkiyê hisyarî da ku HSD cihên ji rejîmê vala bûne neke derfet

01 berfanbar 2024 17:49
Reuters: Tirkiyê hisyarî da ku HSD cihên ji rejîmê vala bûne neke derfet

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku Tirkiyê hişyarî daye HSDê ku vekişîna hêzên rêjîma Sûriyê ji herêmên di bin kontrola wan de li bakur, weke derfeteke pêşketinê nebîne.

Li gorî çavkaniyan ji Reutersê re ragihandine, şervanên HSD ku Amerîka piştgiriya wan dike, derketina hêzên rêjîma Sûriyê ji deverên di bin kontrola xwe de weke derfetekê dîtine û kar kirine ji bo bicihkirina plana avakirina korîdorekê di navbera Til Rifat û bakurê rojhilatê Sûriyê de.

Heman çavkaniyan daye xuyakirin, Hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve rêya Reqa û Helebê bi hev re birîne daku hêzên Kurdî bipêşve neçin.

Hêjayî gotinê ye, doh HSD/YPGê hewl dabû ku balafirxaneya Helebê kontrol bikin, bi armanca bihêzkirina pêgeha xwe di her danûstandinên paşerojê de, lê paşê vekişiyabûn.

Li aliyê din Ajansa Anadol a Tirkiyê jî ragihandiye ku SMOyê li dijî hêzên Kurd hemleya 'Şefeqa Azadiyê' daye destpêkirin.