PDKÎ: Kirêgirtiyên rejîmê bi wêrankirina ‘mizgeft û cihên olî’ hewl didin soresê ji rê derxin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê serhildana gelê Kurd a li dijî rejîma Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî 19ê Îlonê li ser banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû dewam dike.
Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, kirêgirtiyên Supaya Pasdaran hewl didin serhildanê ji rê derxin û ji bo vê armancê jî di cihên giştî de kiryarên xirab dikin daku şoreşa gel bi xerabî bidin nasîn.
Navenda Ragihandina Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku roja doh 24ê Îlonê Şemîyê hêzên dagîrkerên Pasdran li bajarê Sineyê, bi planeke fitneyî, xwestine proseya serhildanê ji rê derxin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji bo wê mebestê jî kirêgirtiyên rejîma Îranê cihên giştî yên bajar ên weke “bank, mizgeft, dam û dezgehên giştî û cihên pîroz û olî yên xelkê” kavil dikin û dixin stûyê xelkê û hat diyarkirin, ev planên rejîmê yên eşkere bûne û nayên veşartin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin