PDKÎ: 6 Pêşmerge di pevçûna bi Îranê re şehîd bûn
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku şeva Çarşemê, di pevçûnekê de bi Supaya Pasdaran a Îranê re li nêzî gundê Qazqapanê, şeş Pêşmerge şehîd bûn.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke ku li ser hesabê X yê PDKÎyê hate weşandin, pevçûn li nêzî gundê Qazqapanê, bi qasî 3 kîlometre dûrî Pîranşarê, qewimî.
Navên Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dan, wekî Karo Hormozyarî, Ferdîn Çengîzî, Mihemed Xakî, Ebdula Mihemedpûr, Twana Osmanî û Mihemed Emîn Bayazîdî hatin ragihandin.
"Têkoşîna me dê bidome"
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Navenda Rêxistina Veşartî ya PDKÎyê ve hat weşandin, hat gotin ku çalakiyên dawiyê yên tundûtûj ên rejîma Îranê ne nîşana hêzê, lê nîşana lawaziya wê ne.
Di daxuyaniyê de herwiha hat tekezkirin ku têkoşîna li dijî Komara Îslamî ya Îranê dê bi biryardarî were domandin.
Lêbelê, berpirsên Îranê heta niha derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nedane.
Sengerên PDKÎyê li Çiyayên Balîsanê bûn hedef
Supaya Pasdaran her wiha îro êrîşek li ser kamp û sengerên PDKÎyê li Çiyayên Balîsanê pêk anî.
Li gorî daxuyaniyeke PDKÎyê, ji dema derketina şerê di navbera Îran, Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê û Îsraîlê de, rejîma Îranê zêdetirî 140 êrîşên mûşekî û dronî li dijî kamp û sengerên PDKÎyê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş nîşan didin ku operasyonên leşkerî yên li dijî PDKÎyê berdewam dikin, lê derbarê qurbanî an birîndaran de ti agahî nehat dayîn.
