Reuters | Ebu Feysel ji bo êrîsa Minbicê li benda fermana Tirkiyê ye
PeyamaKurd – Çekdarên hêza bi navê Ebu Feysel ku bi artêşa Tirkiyê re beşdarê êrîşên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê dibe, li çekdarên xwe li eniya nêzîkî Minbicê bicih kiriye ku li benda êrîşê ye.
Reutersê hevpeyvînek ligel çekdarên Ebu Feysel çêkiriye de balê dikişîne ser ku ew li benda fermana Tirkiyê ne û wiha tê gotin, “Ji bo destpêkirina tevgereke leşkerî hêzên me amade ne. Em li benda fermanê ne.”
Di nûçeya Reutersê de tê gotin, zehmet e biryareke wiha derkeve, ji ber ku hêzên Kurd ên li wê herêmê di nav du salan de bûne hêzeke girîng û hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne, lê dîsa jî çekdarên girêdayî Tirkiyê li benda fermanê ne.
Li gorî nûçeyê YPG ji vekişîna Amerîkayê nerazî ye, bi sedema ku metirsiya êrîşên Tirkiyê li ser Minbic û Rojavayê Kurdistanê heye, lê daxuyaniya twitterê ya Trump jî tê bibîrxistin ku gotibû, “Heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, ew dê aboriya Tirkiyê têk bide” û bi vî awayî piştgiriya xwe ya bo Kurdan nîşan daye.
Nûçe û Werger PeyamaKurd

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin