Reuters: Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li Bingeha Esmanî ya Eyn el-Esedê dronek xistin xwarê

08 nîsan 2022 12:59
Reuters: Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li Bingeha Esmanî ya Eyn el-Esedê dronek xistin xwarê

PeyamaKurd  Reutersê diyar kir, hêzên ewlekariyê yên Iraqê nêzî Bingeha Esmanî ya Eyn el-Esed ku hêzên Amerîkî lê dimînin, dronek xistine xwarê.

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê daye zanîn, hîn nayê zanîn ku li ser dronê bombe hebûn an nebûne.

Herwiha rayedarên Iraqê eşkere dikin ku di encama bûyerê de tu kuştin û zarara madî çênebûye. Berpirsên Iraqî jî li ser dronê tu agahiyên zêdetir heta niha nedane.