Wezîrê Berevaniya Iraqê: Sedema êrîsên terorî îhmalkariya hêzên ewlekariyê ye
24 mijdar 2020 20:29
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Înad, li ser êrîşên demên dawî yên terorî li Iraqê da xuyakirin ku sedema sereke îhmalkariyên di ewlekariyê de ye.
Cuma Înad ji televizyona Iraqê re da xuyakirin, ji ber qisûr û îhmalkariyên hêzên ewlekariyê rêxistinên terorî derfetê dibînin êrîşan bikin.
Wezîrê iraqî herwiha da zanîn ku piştevaniya welatiyan jî bo hêzên ewlekariyê kêm e û îhmalkariya hêzên ewlekariyê jî dibe sedema êrîşan.
Herî dawî 21ê Mijdarê di êrîşeke terorîstên DAIŞê de, 5 polîsên iraqî hatibûn kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê Berevaniya Iraqê serdana baregeha Amerîkayê kir
21 cot 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin