Rejîma Îranê bi çifteyan êrîsî xwepêsanderên Kurd kir

25 mijdar 2019 18:23
Rejîma Îranê bi çifteyan êrîsî xwepêsanderên Kurd kir

PeyamaKurd - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên gel ên dijî rejîma Îranê û bihakirina nirxa benzînê ev hefteyeke dewam dikin û hêzên îranê bi tundî bersiva xwepêşanderan didin.

Navenda Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê li herêma Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi çekên nêçîrê ango çifteyan êrîşî xwepêşandêr kirin.

Li gorî çavkaniyên ji Bokanê hatine xwepêşandan roja şemiyê li kolana Muntehî ber bi qada fermandariyê ve destpê kir û hêzên rejîmê êrîşî xwepêşandêran kir.

Li gorî zanyariyan di encama êrîşê de hin xwepêşander ji ber berên çifteyan kor bûn û birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku li Bokanê hêzên rejîmêê hemû kolanên bajêr girtine û rewşa awarte hatiye ragihandin.