Xwepêsanderên Îraqê êrîsî Balyozxaneya Îranê kirin

04 mijdar 2019 14:51
Xwepêsanderên Îraqê êrîsî Balyozxaneya Îranê kirin

PeyamaKurd - Xwepêşanderên Îraqê êrîş birin ser Bayozxaneya Îranê li Kerbelayê û di wê êrîşê de jî xwepêşanderek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî medyaya Îraqê derengê şeva borî, xwepêşanderan li Kerbelayê, Balyozxaneya Îranê dorpêç kirin û bi beran êrîş kirin ser wê û deriyê derve yê balyozxaneyê şewitandin.

Amaje bi wê yekê jî kirine, ku xwepêşanderan dirûşmên dijî Îranê gotin û alaya Îraqê li ser dîwara balyozxaneya Îranê heldan.

Bi sedema wê êrişê alozî di navbera pasewanên balyozxaneya û xwepêşanderan çêbû û bi wê sedemê jî xwepêşanderek hat kuştin û yek dî jî birîndar bû.