Nameya rejîma Îranê ji NY re: Ji bo parastina xwe êrîsî Hewlêrê kiriye!
PeyamaKurd - Rejîma Îranê piştî bertekên tûnd ên li dijî êrîşa Pasdaran a li dijî Hewlêrê, bi nameyeke ku ji NYyê re şande, angaşta xwe ragihand.
Rejîma Îranê di nameya ku ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandiye de angaştiye ku wan ji bo parastina serweriya xwe, ewlehiya neteweyî û welatiyên xwe êrîşî mala karsazekî sivîl kiriye!
Rejîma Îranê di nameya xwe de di der barê êrîşên mûşekî yên li dijî mala karsazekî kurd a li Hewlêrê û hin deverên Sûriyeyê, angaşt ku li hember her egera gefeke ku li dijî wê pêk bê û ji bo parastina serweriya xwe, ewlehiya neteweyî û welatiyên xwe, wê van êrîşan pêk aniye.”
Rejîma Îranê di nameya xwe de ji bo armanca xwe ya rasteqîn veşêre, angaşt ku wê bi taybetî çend mûşekan jî avêtiye navendên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û rêxistina Heyet Tehrîr el-Şamê yên li Sûriyeyê jî.
Di nameya rejîma Îranê de her wiha hatiye gotin ku êrişên wê yên li dijî DAIŞ û Heyet Tehrîr el-Şamê, bi mebesta bertekdayîna teqînên li Kirmanê pêk hatine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin