Nirxandina îstixbarata Amerîkayê ya li ser rejîma Îranê

17 adar 2026 11:19

Li gorî nirxandina îstixbarata Amerîkayê, tevî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê, li Têhranê di nav rejîmê de ti têkçûneke girîng çênebûye.

Nirxandina îstixbarata Amerîkayê ya li ser rejîma Îranê

RûpelNews - Li gorî raporeke The Washington Post, ku xwe dispêre çavkaniyên nêzîkî mijarê, êrîşên ku ji 28ê Sibatê ve berdewam dikin, ne bûne sedema guhertinekê rejîma Îranê de û ne jî nakokiyeke navxweyî ya cidî peyda kiriye.

Çavkaniyan diyar kirin ku her çend êrîşan Îran ji aliyê leşkerî ve lawaz kiribe jî, ev yek nebûye sedema perçebûna di nav rejîmê de. Berevajî vê, hatiye pêşniyarkirin ku bandora Pasdarên Îslamî zêde bûye û rejîmeke otorîtertir derketiye holê.

Tengava Hormuzê û bazarên petrolê

Di raporê de her wiha hat gotin ku zexta Îranê ya li ser rêyên avê yên stratejîk bandorê li bazarên petrolê yên cîhanî dike. Çavkaniyan îdia kirin ku Tehran dronên hewayî û kapasîteyên xwe yên moşekî yên bisînor bi kar tîne da ku zextê li ser çûnûhatina deryayî ya li Tengava Hurmuzê bike.

Her wiha hat ragihandin ku hin welatên herêmî ji ber dirêjbûna pevçûnê û îhtimala tolhildana Îranê, bi taybetî derbarê nirxandina ku binesaziya sivîl di bin xeterê de ye, fikarên xwe ji rêveberiya Amerîkayê re anîne ziman.