Rejîma Îranê li zindana Kirmansanê û li ya Kerecê bi tevahî 10 Kurd bi dar ve kirin

28 sibat 2025 15:43
Rejîma Îranê li zindana Kirmansanê û li ya Kerecê bi tevahî 10 Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Roja Çarşemê herî kêm 10 zindaniyên Kurd ku berê bi tohmetên wekî “kuştina bi qest” û “madeyên hişbir” mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibûn kirin, li zindana Dîzilavaya Kirmaşanê û li ya Qizilhesara Kerecê, bi destên rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin û ji wan heta niha nasnameya 7 kesan hatiye aşkerekirin.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê, ragihand ku şeveqa roja Çarşemê, 26ê Şibata 2024an, 7 zindaniyên Kurd ku ji wan heta niha nasnameya 4an diyar bûye, li zindana Dizîlavayê ya Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, bi destên rejîma Îranê hatine bidarvekirin. 

Rejîma Îranê ev her 4 zindaniyên Kurd bi tohmeta “kuştina bi qest” û ya “madeyên hişbir” bi dar ve kiriye ku Hengawê nasnameya wan bi vî awayî ragihand:

Mîlad Muradî (27), Elî Çêşme Sifîdî (31), Mihemed Fireydûnî û Bêhrûz Seferî (36).

Ji bilî van, 3 Kurdên din jî bi heman tohmetan, di heman demê de, li heman zindanê hatine bidarvekirin ku Hengaw hê lêkolîna li ser nasnameya wan didomîne. 

Her weha hat diyarkirin ku di heman de li zindana Qizilhesarê ya bajarê Kerecê jî bi heman tohmetan, 3 zindaniyên Kurd hatine bidarvekirin ku nasnameya wan jî bi vî awayî ye: 

Elîriza Besatîniya (23) ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û Tehranê dijî, Secad Îqbalî Gerawend yê ji Garawenda bi ser bajarê Kuyeştê ve ye û Mistefa Hejîr Bêhrûz (40) ji Esedavaya Hemedanê ye.

Hengaw tekez dike ku medyaya fermî ya rejîma Îranê derbarê bidarvekirina van 10 Kurdên zindanî de tu nûçe belav nekiriye.