Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd li zindana Ûrmiyê bi dar ve kirin

10 mijdar 2025 16:23
Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd li zindana Ûrmiyê bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê belav kirine, rejîma Îranê li girtîgeha navendî ya Ûrmiyê sê girtiyên Kurd bi dar ve kirin. Bidarvekirin, duh, roja Yekşemî, 9ê Mijdara 2025an, di demjimêrên serê sibehê de pêk hat.

Hat ragihandin ku girtiyên ku hatin bidarvekirin ev in:

Mihemedriza Bedewî: 47 salî, bavê çar zarokan û ji gundê "Kewsî"yê, Riza Mewlayî: 48 salî û ji gundê "Qûlincî"yê yê Ûrmiyê û Mehdî: Ji bajarê Ûrmiyê ye, lê nasnavê wî nehat zanîn.

Hengawê diyar kir ku Mihemedriza Bedewî û Riza Mewlayî ev şeş sal bûn ku hatibûn girtin û di bin hukmê rejîmê de bûn. Her wiha Hengawê û çavkaniyên agahdar tekez kir ku weke her carê, dezgehên ragihandinê yên fermî yên rejîma Îranê derbarê bidarvekirina van Kurdistandiyan de tu agahî belav nekirine û bûyer veşartî hiştine.