Rejîma Îranê girtiyê Kurd li ber çavê girtiyên din îdam kir
09 tîrmeh 2019 18:42
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li girtîgeha bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd li ber çavê girtiyên din hatiye bidarvekirin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengawê ragihand, îro danê sibê li girtîgeha Mehabadê girtiyekî kurd, ku ji ber kuştina kesekî bi îdamê hatibû mehkûmkirin, li nav hewşa girtîgehê û li ber çavê girtiyên din hat bidarvekirin.
Hat zanîn ku ew welatiyê kurd bi navê Weys Elîpûr xelkê gundê Şamat yê Mehabadê bû, çar sal berê li ser meseleya erd û zeviyan kesek kuştibû û hatibû girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rejîma Îranê melayekî Kurd îdam kir yek jî desteser kir
01 gln 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin