Rejîma Îranê, li Bokan û Selmasê 2 xortên kurd binçav kirin
PeyamaKurd – Peyman Îsmaîlpûr, xelkê gundê Hacî Lek yê bajarê Bokanê û Afşîn Elîzade yê ji gundê Herkiyan ê Selmasê, li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatin binçavkirin û nayê zanîn bê ka ew li kû tên ragirtin.
Peyman Îsmaîlpûr, (33), roja pêncşemiyê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar a ji bo Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihandî; hêzên ewlehiyê camên mala wî şikandine û weha derbasî hundirê malê bûne.
Afşîn Elîzade jî (31) hat girtin. Dema girtinê çekdarên rejîmê îşkenceya fizîkî lê kirine û bêyî ku tu belgeyeke hiqûqî nîşanî wî bidin, dest danîn ser kelûpelên wî yên şexsî, telefona destan û kompûtera wî.
Heta niha, agahiyên berfireh der barê sedemên desteserkirinê, tohmetên ku ev her du ciwanên kurd pê hatine binçavkirin nehatine bidestxistin.
Herwiha nayê zanîn bê ka rejîma Îranê wan li kû radigire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin