Bokan | Rejîma Îranê ji ber lixwekirina sal û sapikên Kurdî xwendekar tehdît kirin
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Bokanê bi ser dibistanekê de girtiye xwendekarên Kurd ji ber lixwekirina şal û şapikên Kurdî tehdît kiriye.
Saziya Mafê Mirov a Hanayê ragihand ku roja Çarşemê, (05.03.2025) çekdarên rejîma Îranê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser dibistana amadehî a lawan a bi navê “Birucerdî”yê de girtine û xwendekarên Kurd ên ku şal û şapik li wan bûne, tehdît kirine.
Çavkaniyên hay ji bûyerê çêbûyî, ji Hanayê re ragihandiye ku çekdaran nêt kiriye hemû xwendekarên ku şal û şapik li wan bûne ji yên di cuda kirine û nêt kirine ku wan desteser bikin, lê piştî birêvebirên dibistanê soz daye ku ew ê careke din rê nedin ku xwendekar şal û şapikên Kurdî li xwe bikin, ew negirtine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin