Rêjeya pirtûkên Kurdî yên ku hatine çapkirin li gorî par ji %10 zêde bûye

02 rêbendan 2020 15:07
Rêjeya pirtûkên Kurdî yên ku hatine çapkirin li gorî par ji %10 zêde bûye

PeyamaKurd- Sala 2019an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 252 pirtûk bi zimanê Kurdî hatine belavkirin û rêjeya pirtûkên Kurdî li gor salên berê ji sedî 10 zêde bûye.

Li gor malpereke bi navê 'Diyarname' ku zêdetir li ser çand û hunerê zanyarî û  nûçeyan belav dike, sala 2019an bi giştî 252 pirtûkên bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji aliyê 25 dezgehan ve hatine çapkirin û belavkirin.

'Rêjeya Pirtûkên Kurdî zêde bûye'

Herwiha hatiye diyarkirin ku tevî hemû astengî zehmetiyan jî rêjeya pirtûkên Kurdî yên ku hatine çapkirin li gor sala 2018an ji sedî 10 zêde bûye.

Li gorî amarên hatine belavkirin weşanxaneya J&J 48 pirtûk, weşanxaneya Sîtavê 43, weşanxaneya Avesta 23, Lîs 21 û Darayê 11, Wardoz 10 pirtûk çap û belav kirine.

Herwiha weşanxaneya Semsûr di sala 2019an de tenê pirtûkek çap kiriye.

'Herî zêde helbest çap bûne û dûre jî roman tê'

Li gorî nûçeyê, îsal car din helbest zêde çap bûne. Li gor min heman nûçeyê 67 heb helbest, 45 roman û 36 çîrok hatine çapkirin. Pirtûkên li ser folklorê jî baş hatine çapkirin. 

Di nav nivîskarên herî zêde pirtûk çap kirine de Newaf Mîro tê. Mîro ku li Ewropayê dijî îsal bi 7 pirtûkên xwe yên çîrokên ji bo zarokan ku ji Weşanên Morî derketine, her wiha bi 3 romanên xwe ku ji Weşanên Lîs derketine cih girtiye. Paşê Hilmi Akyol bi 6 pirtûkan tê. Akyol ku li ser dengbêjan û folklorê pirtûkên xwe yên berhevkariyê çap dike, îsal jî ev xebat dom kiriye. Di rêza sêyemîn de Mehmet Oncu tê. 4 pirtûkên Oncu ji Weşanên Sîtavê, yek jî ji Nûbiharê derketiye.

Di warê wergerê de Dilawer Zeraq bi 3 pirtûkên wergerê di nav lîsteyê de cih girtiye. Zeraq 1 jê roman, 2 jî yê helbestan wergerandine kurdî.


Le Monde diplomatique kurdî car din dest bi weşanê dike!

Bindarûkê şaxekî xwe li Hewlêrê vekir

'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî derket