Rêberê olîyê demkî li Îranê hat tayînkirin
Li Îranê, Elî Riza Erefî ji bo encumena rêberiya demkî ya ku piştî kûştina rêberê olî Elî Xameneyî hat avakirin, hatiye tayînkirin.
RûpelNews - Erefî li şûna Elî Xameneyî, ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hat kuştin, hat tayînkirin.
Di encumena de, Erefî dê bi demkî ligel Serokovar Mesûd Pezeshkian û Serokê Dadweriyê Xulam Huseyîn Mohsen Ejeî welêt bi rê ve bibe.
Ev hersê kes dê bi hev re erkên "Velayat-e Feqîh" (Rêberê Bilind) bicîh bînin. Erefî, ku oldarekî navdar ê Îranê ye, di heman demê de di Encumena Parêzvan û Meclîsa Pisporan de jî cih digire.
Çi bibû?
Di vê navberê de, di operasyona berfireh a ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hat kirin de, gelek berpirsên payebilind, di nav de Elî Xamaney û Serfermandarê Giştî Ebd el-Rehîm Mûsewî jî di navda Gelek berpirsên payebilind jî hatin kuştin.
