Ramyarê neteweya Kurd Prof. Cemal Nebez xatir xwest

08 berfanbar 2018 20:47
Ramyarê neteweya Kurd Prof. Cemal Nebez xatir xwest

PeyamaKurd - Ramyar û dîroknivîsê Kurd Cemal Nebez îro 8ê Kanûna 2018an li paytexta Almanya Berlînê di 85 saliya xwe de, ji vê dinyayê xatir xwest û çû ser dilovaniyê.

Wefata Nebez di nav civaka Kurd de bû sedema xemgîniyeke mezin.

Profesorê Kurd Cemal Nebez yek ji damezrênerên "Komeleya Azadî û Vejîn û Wekheviya Kurd – Kajîk" bû.

Nebez bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Almanî bêtirî 60 pirtûk û bi sedan lêkolînên zanistî, hizrî, zimanî û siyasî nivîsandine.

Nebez demeke dirêj li Kurdistan, Iraq û Almanyayê mamostetiya zankoyan kiriye ku ji sala 1962yan ve li Ewropayê niştecih bûbû.

Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933yan li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji ber nexweşînê 11ê Mijdara 2018an li nexweşxaneyeke Berlîna paytexta Almanyayê hatibû razindin ku 8ê Kanûna 2018an di 85 saliya xwe de wefat kir.