Sêx Cemal ê Kurd wek cotkarê yekem ê Rojhilata Navîn hat hilbijartin
29 gulan 2024 22:38
PeyamaKurd – Cotkarê Kurd ê ji gundê Kirbiçine yê parêzgeha Silêmaniyê di asta Cîhanê de bû 13emîn cotkarê nimûneyî û yekemîn cotkarê Rojhilata Navîn.
Şêx Cemalê Kirbiçine yê li navçeya Singawe ya Silêmaniyê, îro 29ê Gulanê nameyek ji Zanîngeha Wageningen a Hollandayê û Tora Cotkarên Stêrkên Cîhanê yên Light House wergirt.
Di nameyê de hatiye gotin ku Şêx Cemalê Kirbiçine wek 13emîn cotkarê nimûneyî li ser asta cîhanê û yekemîn cotkar jî li ser asta Rojhilata Navîn hatiye hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye, di dîrokê de yekem car e navê Kurdistan dikeve ser nexşeya 12 welatên ku di warê çandiniyê de pêşketî ne, ku bi lêkolînên xwe yên girîng û akademîk têne naskirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Hingivê sane yê Kurdistanê bû yekem
10 tbx 2023
Magazîn
Xwendekara Kurd li Moskowê bû yekem û bi madalyaya zêrîn hat xelatkirin
02 trm 2023
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin