Qesra Sîrin | Rejîma Îranê Kolberekî Kurd qetil kir
01 adar 2025 15:14
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li Qesra Şîrîna Rojhilatê Kurdistanê kolberê Kurd Şehnam Zahirînijad kir hedef û qetil kir.
Hat ragihandin ku kolberê ciwan ê ji Gundê Serpêla Zehawê yê Qesra Şîrînê, di encama gullereşandina rasterast a çekdarên Îranê de li ser sînorê Qesra Şîrînê ya Kirmaşanê hatiye qetilkirin.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh şeveqê, roja Înê, 28ê Şibata 2025an, Şehnam Zahirînijad, (35) yê ji Gundê Serpêla Zehawê yê Qesra Şîrînê ji aliyê çekdarên rejîmê ve bûye hedef û hatiye qetilkirin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, Şehnam Zahirînijad zewicî û bavê 3 zarokan bûye. Hat ragihandin ku ew Yarsan bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Banê / Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir
21 adr 2025
Rojhilata Navîn
Komîteyeke serbixwe bo kuştinkariya rejîma Îranê ava dibe
22 rbn 2026
Rojhilata Navîn
Merz: Rejîma Îranê hov e, em piştevanê xwepêşanderan e
12 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin